Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî PKKê li Qamişlo hat kuştin
Tirkiyê ragihand, di operasyonekê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê berpirsekî pilebilind ê PKKê yê bi navê Engîn Karaaslan bi nasnavê Heyder Warto hatiye kuştin.
Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, Engîn Karaaslan ku di êrişê de jiyana xwe ji dest daye, Endamê Komîteya Rêvebiriya Navendî ya PKKê ye û navê wî di Bultena Sor a Interpolê de bûye.
Heman çavkaniyê diyar kiriye, operasyon ji aliyê Saziya Istixbarata Niştimanî ya Tirkiyê naskirî bi MÎTê ve hatiye encamdan.
Nehatiye diyarkirin, ku êriş bi dronê an bi bombeyê hatiye encamdan.
Li gor medyaya Tirkiyê, Engîn Karaaslan di salên 1980an de tevli refên PKKê bûye, di salên 1990î de li Şamê li ber destê Abdullah Ocalan, Rêberê PKKê perwerde dîtiye, herwiha di salên 2000î de nûneratiya PKKê li Ermenistanê kiriye û Endamê Dîwana Dadê ya KCKê jî bûye.
Derbarê mijarê de, PKKê û medyayên nêzîkî wê heta niha tiştek belav nekirine.
Rudaw
