• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Rûsyeyê êrîşî ser malbeteka Kurd hate kirin

Gulan Media September 28, 2021 Nûçe
Li Rûsyeyê êrîşî ser malbeteka Kurd hate kirin

ev malbeta Kurd beriya 20 salan çûye Rûsyeyê.
3 kes hatine kuştin.

Li gor zaniyariyên çapemeniyê, duhê bi şev kesek li Rûsyeyê bi çek êrîşî ser malbeteka Kurd kiriye û endamên malbetê qetil kiriye.

Hate zanîn ku êrîş li bajarokê Volchanskoe ya ser bir Voronej Oblastı ya Rûsyeyê pêk hatiye û di encama êrîşê de 3 welatiyên Kurd ku ji dayik, kor û nevî pêk hatine û temenê wan 59, 19 û 5 salîne canê xwe ji dest dane.

Navên welatiyên Kurd yên ku hatine kuştin ewin, Gulistan Ibrahîmova 59, Nadir 19 û Ezîz 5 salî.

Ev malbeta han ya Kurd beriya 20 salan ji Qirqîzistanê koça Rûsyeyê kiriye.

Top