• Thursday, 26 February 2026
logo

Keçeke Kurd bû endama Parlamentoya Icelandê

Gulan Media September 27, 2021 Nûçe
Keçeke Kurd bû endama Parlamentoya Icelandê

Lîna Run Teha Kerîm ku namzeda herî biçûk a hilbijartinên Parlamentoya Icelandê bû, du di hilbijartinan de bi ser ket û bû parlamentera wî welatî.

Namzeda Kurd Lîna Run Teha Kerîm ku 21 salî ye, di pileya sêyem a lîsteya namzedên devera Reykjavik de cih girt.

Keça Kurd li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; min hejmareke nû ya rekorê tomar kir û bi ser ketim û bûm parlamentera herî bi biçûk a di dîroka Icelandê de.

Herwiha Lîna Run Teha Kerîm yekem welatiya penaber a Kurd a li Icelandê ye ku dibe parlamenter.

Li gor encamên hilbijartinan, ji 63 kursiyên Parlamanetoya Icelandê, jinan 33 kursî bi dest xistine, ku %52.3yê kursiyan dike li hember kursiyên zilaman.

 

K24

Top