• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Amerîkayê balefirek biçûk ket û 3 kes mirin

Gulan Media September 27, 2021 Nûçe
Li Amerîkayê balefirek biçûk ket û 3 kes mirin

Li eyaleta Virginia ya Rojava ya Amerîkayê balefirekî yek motorî ket û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Îdareya Esmanî ya Federal, balefira yek motorî ya Beechcraft C23, piştî ku ji balefirgeha Fayetteville rabû demek kurt şûnde ketiye xwarê.

Polîsê Eyaletê R.A. Maddy jî ji çapemeniyê re ragehand, balefira ku ketiye li çoltera Lansing a 80 kîlometreyan başûrê rojhilatê Charlestonê nêzîkî govekî hatiye dîtin û di balefirê de 3 kesên ku hebûne jî jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hate destpê kirin.

 

Basnews

Top