• Thursday, 26 February 2026
logo

Erdogan: Pêwîst e Amerîka ji Sûriyê û Iraqê vekişe

Gulan Media September 27, 2021 Nûçe
Erdogan: Pêwîst e Amerîka ji Sûriyê û Iraqê vekişe

Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di çavpêketinekê de li gel medyaya Amerîkî ragihand, pêwîst e Amerîka ji Sûriyê û Iraqê jî vekişe, çawa ku ji Efxanistanê vekişiya. Erdogan herwiha bang li Waşingtonê kir, di navbera du bijardeyên Tirkiye û HSDê de yekî hilbijêre.

Erdogan ku çend roj beriya niha ji bo beşdariya di civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de li New Yorkê bû, pêr Şemiyê 24ê Îlonê hevpeyvînek bi kanala televîzyonî ya CBS a Amerîkî re saz kiriye û têde derbarê têkiliyên Enqere-Waşingtonê, pirsgirêkên di navbera herdu welatan de, rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya Amerîkayê bo HSDê û rewşa Efxanistanê û hin mijarên din de axiviye.

Di vê hevpeyvînê de behsa hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê û Iraqê dike û di bersiva pirsa ‘gelo hûn dixwazin 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyê bimînin an derkevin’ Serokkomarê Tirkiyê dibêje, “Divê Amerîka ji Sûriyê û Iraqê derkeve çawa ku ji Efxanistanê derket.”

Erdogan tekez dike, “Bê guman, ger li vir teserûfa min hebe, ew dê ji Sûriyeyê derkevin, ew dê ji Iraqê derkevin; Mîna ku ew ji Efxanistanê derketine.”

Bi gotina Erdogan, mana Amerîka di navçeyê de ti wateyekê ji bo aştiyê nahêle û divê xelkê navçeyê xwe biryarê li ser rêvebirina navçeyên xwe bidin.

Serokkomarê Tirkiyê di beşeke din a axavtinên xwe de amaje bi wê yekê kiriye, ku hem Amerîka û hem Tirkiye endamên NATOyê ne û ji îdareya Waşingtonê xwestiye, biryara xwe bide ka li gel rêxistinên PKK, PYD û YPGê kar dike yan li gel Tirkiyê.

Recep Tayyip Erdogan wiha gotiye: “Em bixwe biryar li ser wê yekê didin ku li Rojhilata Navîn çi dikin. Tenê tiştekê dibêjim; Amerîka welatekî NATOyê ye û Tirkiye jî welatekî NATOyê ye. Gelo Amerîka li gel rêxistinên terorîstî yên wek PKK, PYD û YPG kar dike yan li gel Tirkiyê ku em di NATO de bi hev re ne. Pêwîst e Amerîka biryara xwe bide. Ez pêşniyara duyem dikim.”

Têkildarî man an derketina hêzên Tirkiyê ji Sûriyê jî, Erdogan destnîşan dike, “Bi ti awayî em li cihekê namînin ku xelkê wê me nexwaze.”

Serokomarê Tirkiyê behsa plana welatê xwe bo avakirina xaniyan li bakurê Sûriyê jî kir û got, ew niha 100 hezar xaniyan li Sûriyê ava dikin, ji bo wan malbatên Sûrî yên ji mal û halên xwe hatine derxistin.

Kirîna sîstema rûsî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve û nerazîbûnên Amerîka û NATOyê li hember wê yekê, mijareke din a hevpeyvîna Erdogan li gel kanala CBS a Amerîkî bûye.

Serokkomarê Tirkiyê têkildarî wê yekê dibêje, Tirkiye bi xwe biryarê dide û diyar dike, ku kîjan sîstema mûşekî û ji kîjan welatî bikire û destnîşan kir, ti welatek nikare di vê mijarê de destwerdanê bike û nêrîna xwe li ser Enqerê ferz bike.

Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku plana wî heye ku beşeke din ji sîstema berevaniya esmanî ya S-400 a Rûsî werbigire û got, “Di qonaxa bê de ti welatek di warê sîstema berevaniyê de nikare destwerdanê bike û ji me re bêje ku em çi bikirin. Ew em in biryarê li ser didin. Tirkiye welatek e xwedî 84 milyon nifûs e û bixwe zêrevaniyê li xwe dike.”

 

 

Rudaw

Top