Çekdarên PKKê zarokeka bê bav a Efrînê revandin
Çekdarên PKKê zarokeka bê bav ango sêwî ya koçberên Efrînê revandin.
Çalakvanê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê Mistefa Şêxo ji BasNewsê re ragehand: Keça bi navê Rama Elî Osman a temen 13 salî û xelkê gundê Eqîbe ya navçeya Şêrawa ya Efrînê ye.
Rama Elî Osman ji aliyê çekdarên rêxistina Ciwanên Şoreşger a ku grubekî ser bi PKKê ye, li Helebê hatiye revandin û ew şandine leşkerîgeha PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê.
Mistefa Şêxo ragehand: Bavê wê keçê jiyan nake û wefat kiriye û ji aliyê dapîra xwe ya temen 80 salî ve dihate xwedan kirin.
Berî çend rojan jî rêxistina PKKê ciwanekî temen 17 sal ê bi navê Xelîl Mihemed Memo li taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand.
Çavkaniyan diyar kir, vê dawiyê rêxistina Ciwanên Şoreşger beşek ji wan zarokên li Rojavayê Kurdistanê revandibûn, şandine Şingal û Qendîlê.
Basnews
