• Thursday, 26 February 2026
logo

Pitikek bi saxî hat binaxkirin

Gulan Media September 25, 2021 Civakî
Pitikek bi saxî hat binaxkirin

 Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê li goristaneke bajêr pitikek 2-3 rojî ku bi saxî hatibû binaxkirin hat dîtin.

Li Semsûrê ji aliyê kesek ku heta niha nasnameya wî/ê nehatiye diyarkirin li goristana şaredariyê ya berê pitikek 2-3 rojî hat binaxkirin.

Xwendekarên dibistana seretayî ya ku nêzî goristanê ye, dema ku ji bo duakirinê çûn goristanî dengê girî bihîstin.  

Xwendekarên ku ber bi deng ve çûn, piyê pitikê li derve û laşê wê di bin axê de ye dîtin. Xwendekarên ku xweliyê vedan, pitika keç ji bin axê derxistin.

Tê pêşbînkirin dema ku nobedarê goristanê çûye nimêja Înê, hewl hatiye dayîn ku pitik bê veşartin. Li ser agahdarkirina xwendekaran tîmên tendirustiyên hatin cihê bûyerê û pitikê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. Li nexweşxaneyê zarokê rakirin beşa çavdêriya hûr.

Xwendekara bi navê Esranûr Yucedag a ku zarokê dît dibêje “Em li dibistanê derketin navbera nîvroyê. Ji bo duakirinê em hatin goristanê. Dema ku em ji vê derê derbas dibûn me dengê girî bihîst. Bi zorê nefes distend. Em jî yekser hatin, me lê nihart. Piyekî zarokê derketîbû û digiriya. Me ji yekser xweliyê kola. Dema ki me zarokê derxist, dilerizî. Herî zêde 2 -3 rojî bû. li serê cilê bêmil hebû. Bi saxî hatibû binaxkirin.

Xwendekara bi navê Nîsanûr jî got “Me dengê girî bihîst, hatin vê derê. Me pê dît, di serî de em tirsiyan. Paşê me serê vekir, nefes distend. Piştre mi wê ji axê derxist. Bi pîjemayekî lacîwert hatibû pêçandin. Dema ku me wê derxist dilerizî, piştre me heval şand gazî heinekan bike.”

Li aliyê din karmendê goristanê Mustafa Dogan jî got ku bûyer dema ku ew li nimêja Înê bûye qewimîye û wî tiştek nedîtiye.

polîsan ji bo tespîtkirina gumanbar lêpirsîn dan destpêkirin.

Top