• Thursday, 26 February 2026
logo

HDPê bersiva Erdogan da

Gulan Media September 25, 2021 Nûçe
HDPê bersiva Erdogan da

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derbarê nîqaşên muhatabê Pirsa Kurd axivî û diyar kir ku Pirsa Kurd piraliye û di çareserkirinê de nabe ku rola Serokê PKKê Abdullah Ocalan neyê dîtin û bo Erdogan got “Ya hatiye çareserkirin ne Pirsa Kurd e bixwe desthilatdariya we ye."

Berdevka HDPê Gunay derbarê karvedanên li ser muxatabiyeta Pirsa Kurd li navenda giştî ya partiya xwe konferanseke çapemeniyê saz kir û bersiva gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dan.

Berdevka HDPê Ebru Gunay wek bersiv dibêje “Bo kesên ku dibêjin Pirsa Kurd nîne û me çareserkiriye dibêjim we bo gel û sîyaseta Kurd dervî girtin, operasyon û holên dadgehan çi soz da ne. Ma qey Pirsa Kurd li dadgehan bi dozên komplogeriyê tên çareserkirin. Ma qey beramberî îradeya gel ya sîyasî bi qayyûm danînê tên çareserkirin. Ma qey bi girtina partiyeke ku 6 milyon xelkê dengê xwe daye tên çareserkirin. Em tînin bîra Erdogan û dibêjin ya hatiye çareserkirin ne Pirsa Kurd e bixwe desthilatdariya we ye."

Herwiha Berdevka HDPê amaje bi wê yekê kir ku nîqaşên ku ji aliyê Kiliçdaroglu ve hatine destpêkirin û însiyatîfa opozîsyonê ya di derbarê çareseriyê de hêja dibînin û got jî “Em nêzîkatiyên neyînî dibînin ku li ser mijara muxatabtiyê û pirsgirêka Kurd cardin Tirkiyê mehkûmî ne çareseriyê bikin.Li vir ez dixwazim vê yekê bi zelalî destnîşan bikim. Daxwazên gelê Kurd zelal in, muxatabên pirsgirêkê diyar in, çareserî diyar e. Nîqaşên çareseriyê divê bi ciddî, bi derxistina dersan ji paşerojê û bêyî înkarkirina tiştê ku qewimî were meşandin.”

Di derbarê muxatabgirtina Ocalan de jî Ebru Gunay wiha dibêje “HDP partiyeke Tirkiyê ye ku wek hemû pirsgirêkên Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî weka wezîfe daye ber xwe. HDP xwedî biryar û vîn e ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd, li ser bingeheke demokratîk çareser bike. Mîna hemî pirsgirêkan, bo pirsgirêka kevn jî bê guman muxatab e. Em wekî partiyamuzakereyê ya demokratîk, em çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyeya demokratîk esas dibînin, lewma em ê îro û sibe jî ji bo çareseriyê têbikoşin. Pirsgirêk pir alî ye û nabe ku meriv rola Ocalan a di çareseriyê de paşguh bike.”

Ev demeke ku bi daxuyaniya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu nîqaşên muhxatabê Pirsa Kurd kî ye? Destpêkiriye hê jî berdewam e. Doh 23ê Îlona 2021ê jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî karvedanê bû û got: “Pirsa Kurd nîne û me çareser kiriye.”

 

Rudaw

Top