• Thursday, 26 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina zêdetir 2 milyar dînar ji bo projeya Bendava Dîwanê daye

Gulan Media September 24, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina zêdetir 2 milyar dînar ji bo projeya Bendava Dîwanê daye

Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser xerckirina 2 milyar dînar ji bo projeya bendava Dêwane daye.

Îro roja pêncşemê 23.09.2021ê - Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiyê di çarçoveya çavkaniyên av û duristkirina bendavan de  Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirin û xerckirinê bi bi mîqdarê 2 milyar û 174 milyon û 78 hezar dînar ji bo projeya Bendava Dêwaneyê da.’’

Herwiha Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Herêma Kurdistanê daye zanîn ev qonax bi qonax li ser budceya weberhênana Wezareta Cotkariyê û Çavkaniyên Avê xerc dike.

Herwuha Bendava Dêwane dikeve ser çemê Dêwane li berî başûrê rojavayû Derbendîxanê, dikare 21 milyon metir sêca av werbigire û 422 metre li ser asta deryayê bilind e.

 

Basnews

Top