Projeyeke din li Hewlêrê tê cîhbicîhkirin
13 miliyon dolar bo projeya han hatiye xerckirin.
Taybete bi elektirîkê.
Wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku roja sêşemê 21ê Îlona 2021an li Hewlêrê bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyeke mezin ya elektirîkê tê vekirin.
Projeya han projeya 132kv ya Nivîserane û bi qasî 13 miliyon û 182 dolaran hatiye cîhbicîhkirin.
