Tirkiyê li hemberî biryarên Lûtkeya Welatên Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn nîşan da
Wezareta Derva ya Tirkiyê nerazîbûn li hemberî biryarên hevpar ên ku di dawiya Lûtkeya Atînayê ya çend welatên Ewropayê de nîşan da.
Serokên welatên li ser peravên Deryaya Navîn ên endaên Yekîtiya Ewropayê li paytexta Yûnanê bajarê Atîna kom bûn. Mijarên serekî ên gotûbêja wan, keşûhewa, ewlekarî û koçberî bû.
Di wê lûtkeyê de li hemberî zirar û ziyanên ku ji ber guherîna keşûhewayê çêdibin, hinek biryar hatin wergirtin. Rewşa Afxanistan, pirsên koçberiyê û rewşa dawî li Rojhilatê Deryaya Navîn jî bûne babetên gotûbêjê.
Welatên li ser peravên Deryaya Navîn MED 9 hevnerîn bûn ku divê di pirsa koçberan de hevkariyê bi Tirkiyê re bikin û ji bo rê li ber pêla koçberiyê bigrin, divê ji xeynî Tirkiyê alîkariya welatên cîranên Afxanistanê jî bikin. Her wiha hatiye gotin ku li gel Tirkiyê, wê pêla koçberiyê bandorê li Yûnanistan, Qibris û Îtalya jî bike.
Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, bal kişande ser hevkariya Tirkiyê û Yûnanistanê û got divê destûr nehêlin ku penaxwaz bêne bikaranîn.
Her wiha Miçotakis ji Tirkiyê xwest ku “dawiyê li helwesta xwe a êrîşkar a li hemberî Yûnanistan, Qibris û welatên din ên herêmê bîne û rêzê li hiqûqa deryayî a navdewletî bigre.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç di derbarê daxuyaniya hevpar a piştî a Civîna MED9ê hatî qebûl kirin de, bersivek nivîskî da.
Bilgiç di bersiva xwe ya nivîskî de got: “9 welatên Yekîtiya Ewropayê (Fransa, Rêveberiya Rûm a Qibrîsa, Xirvatistan, Spanya, Îtalya, Malta, Portekîz, Slovenya, Yûnanê) duh piştî lûtkeya li Atînayê kirin di danezana hevpar a weşandin de wek salên berê di beşên Rojhilatê Behra Spî, Qibrîs û koçberiya bêpergal ea yek alî ne, bê vîzyon in û ji rastiyê dûr in.”
Bilgiç got jî, "Em ji welatên Yekîtiya Ewropayê yên ku danezana navborî îmze kirine daxwaze dikin dev ji helwesta xwe ya yekalîker berdin.”
