• Thursday, 26 February 2026
logo

Parlementerekî Kurdistanê: Bihêzbûna PDKê li Bexdayê bihêzbûna kurdan e

Gulan Media September 18, 2021 Nûçe
Parlementerekî Kurdistanê: Bihêzbûna PDKê li Bexdayê bihêzbûna kurdan e

 Endamekî parlementoya Kurdistanê dibêje, bihêzbûna PDKê li Bexdayê bi sûd û berjewendiya Kurdistanê ye.

Xebatên hilbijartinên Iraqê li seranserî Kurdistan û Iraqê berdewam in. Li Kurdistanê jî kandîdên partiyên siyasî hevrikiyê dikin.

Endamê parlementoya Kurdistanê, Weysî Seîd Weysî ji BasNewsê re got, hilbijartinên vê carê yên Iraqê bi hilbijartinên din re ferq dike. Ev hilbijartin dê hevkêşên siyasî biguherîne. Ji ber wê jî divê em hemû beşdar bin û biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Divê em nakokiyan bidin aliyekî û hêza xwe li Bexdayê zêdetir bikin.

Weysî Seîd Weysî her wiha got, bihêzbûna pêgeha kurd li Bexdayê girêdayî rewşa PDKê ye. Eger PDK bihêz be kurd jî bihêz e ji ber wê jî her çi qas deng û senga PDKê bihêz be pêgeha kurd jî li Bexdayê bihêztir dibe. Çimkî PDK parêzvanê rasteqîn yê mafên xelkê Kurdistanê ye.

 

 

Basnews

Top