• Thursday, 26 February 2026
logo

HPGê li ser teqîna li Dînartê daxuyanî da

Gulan Media September 18, 2021 Nûçe
HPGê li ser teqîna li Dînartê daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina gel (HPG) derbarê teqîna li Dînartê ku di encamê de 2 pêşmerge şehîd bûbûn daxuyanî da û red kir ku ti peywendiyeke wan li gel wê bûyerê hebe.

Roja 15ê vê mehê li herêma di navbera gundê Kanî Toz û Nêrkê de li nahiya Dînarte ya ser bi Akrê ve li Duhokê, di dema derbasbûna hêzên Pêşmerge de teqînek çê bûbû û di encamê de du pêşmergeyên bi navên Hemdî Cabir Mihemed û Îsmaîl Osman ku endamên Pêşmergên Roj bûn, şehîd bûbûn.

HPGê ku baskê çekdarî yê PKK ye di daxuyaniyekê de behsa wê bûyerê kir û ragihand, “15ê Îlonê li qadeke ser bi Dinartê, ti têkiliya hêzên me bi bûyera ku li hemberî hêzên PDKê hate kirin nîne.”

HPG di daxuyaniya xwe de dibêje, “Ne rast e ku rayedarên PDKê beriya ku bûyerê lêkolîn bike, yekser tevgera me sûcdar kirin. Ev yek dûrî ji rastiyê ye."

Dije Terora Kurdistanê derbarê wê teqînê de PKK tawanbar kiribû û ragihandibû ku ew mayîn ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû danîn.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî di daxuyaniya xwe de PKK tomatbar kiribû û ew bûyer bi tundî şermezar kiribû.

Cenazeyên herdu pêşmergeyan duh berî nîvro ji Pizîşkiya Dadê ya Duhokê ve bo Goristana Şaxkê ya Duhokê hatin veguhastin û di merasimekê de hatin veşartin.

 

Rudaw

Top