• Thursday, 26 February 2026
logo

Dr. Cotyar Adil: Em weke heqê xwe dibînin ku Pêşmerge vegere Kerkûkê

Gulan Media September 16, 2021 Nûçe
Dr. Cotyar Adil: Em weke heqê xwe dibînin ku Pêşmerge vegere Kerkûkê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; îstiqrara Herêma Kurdistanê di berjewendiya îstiqrara navçeyê de ye û lijneya lêkolînê derbarê êrîşa ser Balafirgeha Hewlêrê de lêkolînên xwe didomîne.

Cotyar Adil di civîna çapemeniyê de derbarê êrîşa ser Balafigeha Navdewletî ya Hewlêrê de ragihand: “Em ligel Hevpeymanan li ser xetê ne û lêkolîn berdewam in, piştî temambûna lêkolînan biryara pêwîst dê were dayîn.”

Li ser hemahengiya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li wan deverên ku valahiya ewlehiyê heye, Cotyar Adil diyar kir: “Li ser daxwaza me, hemahengî di navbera herdu aliyan de hatiye holê û weke Hikûmeta Herêmê em pêwîst dizanin li wan deveran hemahengî hebin ji bo ku rêgirî li liv û tevgerên DAIŞê were kirin.”

Derbarê vegera Pêşmerge bo Kerkûkê de jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Em weke heqê xwe dibînin ku bi hemahengî û rêkeftina ligel Iraqê, Pêşmerge veger Kerkûkê.”

 

Basnews

Top