Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê 15ê Îlona 2021ê li Londonê ligel Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê Ben Wallace civiya.
Di civînê de ku Wezîrê Hêzên Çekdaran û Balyozê Brîtanya li Iraqê amade bûn, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê li Iraqê û metirsiyên serhildana DAIŞê guftûgo kirin û hevra bûn ku DAIŞ hê jî li ser asayîş û aramiya Iraq û navçeyê û cîhanê jî gef û metirsiyeke rastîne û hê jî piştgîrî û alîkariya civaka navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û ji navbirina wê pêwîst e.
Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê tekezî li ser berdewamiya beşdarî û erkê hêzên welatê xwe ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de kir û hemû piştgîriyeke Şahnişîna Yekgirtî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûna terorê de dûpat kir. Her wiha pêzanîn û pesnê jî bo qurbaniyan û rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ya li têkşikandina DAIŞ da, derbirî.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Brîtanya û piştgîrîkirina li Iraq û Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî terorê de dûpat kir û hevkariyên serbaziyên Brîtanyayê bilind nirxand, bi taybetî jî balkişand li ser hebûna şêwirmedan û tîmên wan û fêrkirin û rahênana wan ya bi Pêşmerge kir.
Girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hevpeymanan ya ji bo rûbirûbûna terorê, çaksazî û hengavên ji bo yekxistina Pêşmerge, rewşa emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên civînê bûn.
K24
