Sine – Hêzên ewlehiyê termê bavê Ramîn Husên Penahî revandin!
Termê bavê aktîvîstê kurd Ramîn Husên Penahî ku sê sal ber ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibû îdamkirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat revandin!
Duhî bavê aktîvîstê kurd yê Rojhilatî Ramîn Husên Penahî ku havîna 2018 ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibû îdamkirin, li nexweşxaneya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest da.
Navê bavê Ramîn Husên Penahî, Mîrza Husên Penahî bû û demek dirêj bû li nexweşxanê hatibû razandin.
Malbata Mîrza Husên Penahî xwastin termê wî li gundê Qurçiya li nahiya Dêgulan ya bajarê Sine veşêrin lê hêzên ewlehiyê bi darê zor term ji wan standin û revandin û dixwastin bi şev veşêrin û nehêlin ti kes beşdarî merasima veşartin û şîna wî bibe.
Ji ber wê di navbera xelkê gund û hêzên ewlehiyê de alozî derket û hêzên ewlehiyê neçar man term bidin wan, bi vî rengî termê bavê Ramîn Husên Penahî li goristan gund hat veşartin.
Basnews
