• Thursday, 26 February 2026
logo

Josep Borrell: Derveyî peyvendî bi Talîbanê re ava kirinê ti rêyek nemaye

Gulan Media September 15, 2021 Nûçe
Josep Borrell: Derveyî peyvendî bi Talîbanê re ava kirinê ti rêyek nemaye

Rayedarê payebilind ê Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar kir ku di destê yekîtîyê de ji bo Afganistanê derveyî çêkirina peywendîya bi Talîbanê re ti rê tine û da zanîn ku bo Bruksel li Kabulê hebûneke dîplomatîk çêke hikûmetên yekîtîyê dê kordînasyonê çêkin.
Komîserê Bilind yê Peywendîyên Derve yên YE’yê Josep Borrell di Parlamentoya Ewrupa ya li Strasbourgê de got ‘’dawî li pirsgirêka Afganistanê nehatiye’’ û dîyar kir ku ji bo ew şansê guherandina bûyeran bi dest xwe xin, derveyî çêkirina peywendîya bi Talîbanê re ti rê tune.
Wezîrên derve yên YE bo peywendî bi Talîbanê re çêbe dixwazin ku ew rêxistin di serî de mafên jinan û ji bo mafên mirovan rêz bigire.
Borrell got: ‘’Belkî gava em ji wan re behsa mafên mirovan dikin nakokî çêdibe, lê tiştê divê em ji wan bipirsin tam jî ew e’’

Borrel da zanîn ku ger Talîban rê bide Afganan ku ji Afganistanê derkevin ewê ber bi Ewrupa ve pêleke koçberîyê destpê bike û dîyar kir ew ne li bendê ye ku ew pêl bi qasî ya Sûrîyê mezin be.
Komîsyona Ewrupa dixwaze bi 300 mîlyon euroyên (355 mîlyon dolar) ji hikûmetên YE, îsal û di sala pêş de bi qasî 30,000 Afgan jinûve bi cîh bike.

 

Basnews

Top