Jinên Efxan kampaniyek li ser twitterê dan destpêkirin
Jinên Efxan ên li derve, li hemberî çarşefa reş a ku Talîban li ser jinan ferz dike nerazîbûn nîşan dan. Wêneyên xwe ên bi cilûbergên Efxan ên resen li ser platformên medyaya civakî bi haştaga, dest nede cilûbergên min belav kirin.
Piştî ku hejmarek jinên Efxan bi çarşefên reş derketin kolanên Kabulê û piştgiriya Talîban kirin, xanima Efxan Dr. Bahar Jalali jî li ser Twittera xwe wêneyekî xwe bi cilûbergên Efxanî yên resen danî û li bin jî nivîsî, "çanda Efxanî ev e, ez cilûbergên resen ên Efxanî li ber dikim".
Bi heman rengî çalakvan Sara Wahedî jî wêneyekî xwe bi cilûbergên Efxanî yên resen belav kir û hashtaga wan her ku çû berfereh bû.
Wahedî got: “Ev cilûberg ji nifşekî derbasî nifşê din bûne, ji qumaşekî biriqandî ê kesk û şîn tê dirûtin, serê tiliyan têne henekirin. Çanda Efxanî ev e.”
Paymana Assad jî bi sernavê "çanda Efxanî ev e." wêneyê xwe belav kiriye û gotiye "cilûbergên me yên resen ne ew çarşefa reş a jinên Talîban e ku dilê mirov reş dike".
Bi heman rengî çalakvana bi navê Mina Zakî jî wêneyekî xwe li gel jêrnivîsekê daniye û gotiye, cilûbergên jinên Afxanî ne çarşefa reş e, cilûbergên me yên resen ev in.
Ev kampanya jinên Efxanî berdewam e.
Rudaw
