• Thursday, 26 February 2026
logo

Îran - Li bajarekî kurdan li Xurasanê erdhejek bihêz qewimî

Gulan Media September 13, 2021 Nûçe
Îran - Li bajarekî kurdan li Xurasanê erdhejek bihêz qewimî

 Li bajarekî kurdan li parêzgeha Xurasan ya Îranê erdhejek tund qewimî.

Îro danê sibê li bajarê Qûçan li parêzgeha Xurasan ya Îranê, ku bajarê kurdan e, erd bi tundiya 5.2 rîxter hejiya.

Erdheja han di kûrahiya 6 km qewimiye û hêza wê li bajarên Meşhed, Nîşabûr, Deregez û Bicnûrdê jî hatiye hiskirin. Navenda wê jî devera Çapişlû bûye ku dikeve navbrera bajarê Qûçan û nahiya Deregezê.

Tê gotin ku erdhejê ti ziyaneka canî bi xwe re neaniye lê hîn nayê zanîn ziyanên madî hene yan na.

 

Top