• Thursday, 26 February 2026
logo

‘Berpirsekî HPGê di êrişekê de jiyana xwe ji dest da’

Gulan Media September 13, 2021 Nûçe
‘Berpirsekî HPGê di êrişekê de jiyana xwe ji dest da’

Li gor zanyariyên hatine belavkirin di êrişeke esmanî ya artêşa Tirkiyê de li Garê, Berpirsê Peywendiyên Derve yê HPGê Mehmet Emîn Ekîncî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê, bi hemahengî û hevbeşiya MIT û artêşa Tirkiyê li herêma Gare ya dikeve nav axa Başûrê Kurdistanê êrişeke esmanî bo ser gerîlayên PKKê hatiye kirin.

Ew ajans dibêje, Mehmet Emîn Ekîncî yê bi nasnav “Cewher” ku wek Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hêzên Parastina Gel (HPG) hatiye nîşandan, di wê êrişa esmanî de jiyana xwe ji dest daye.

Lê ev zanyariyên ajansa fermî ya Tirkiyê heta niha ji aliyê PKKê ve nehatine piştrastkirin û daxuyaniyek li ser vê mijarê ji aliyê HPGê ve ku baskê çekdarî yê PKKê ye, nehatiye belavkirin.

Şer û pevçûn bi dijwarî berdewam in

Li aliyê din şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê li herêmên cuda yên Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe berdewam in.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li herêma Metîna, di êrişeke hêzên wan de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

HPGê jî derbarê şer, pevçûn û bombebaranan de daxuyanî da û ragihand ku roja 11ê Îlonê li Avaşînê, sengerekî leşkerên Tirkiyê ji aliyê gerîlayan ve hatiye armanckirin û di encamê de 4 leşker hatine kuştin.

Herwiha HPGê diyar kir li Metîna jî leşkerên Tirkiyê bûne armanca hêzên wan û 5 leşker jî li wê herêmê hatine kuştin.

 

Rudaw

Top