Wezareta Perwerdê biryar da: Bikaranîna mask li nav qutabxaneyan neçarî ye
Wezareta Perwerdeya Kurdistanê ragihand, bikaranîna mask û pêdiviyên xweparastina li hember Koronayê li nav qutabxane û xwandingehan de neçarî ye.
Sibê (14 vê mehê) zengila sala nû ya xwandinê li seranserî Herêma Kurdistanê tê lêdan.
Li ser vê yekê, wezareta perwerdeya Kurdistanê biryarnameyek derxist û ragihand, li tevahiya navendên xwandinê bikaranîna mask bo şagirdan, mamostayan û karmendan neçarî ye û kî vê yekê binpê bike dê were sizadan.
Wezaretê daye zanîn jî, bo hemû qutabxane û navendên xwandin û perwerdê mask û pêdiviyên xweparêziyê hatine dabînkirin.
Basnews
