• Friday, 27 February 2026
logo

Kuwait hevkariya Kurdistanê dike

Gulan Media September 12, 2021 Nûçe
Kuwait hevkariya Kurdistanê dike

beşek ji karwanê ji pêdiviyên tendirostî pêk hatibû.
Pêdiviyên tendirostî pêşkêş kir.

Hikûmeta Kuwaitê berdewame li ser hevkarî kirina Kurdistanê û di heman çarçoveyê de îro li Hewlêrê Kuwait bi rêya Konsulusê xwe yê li Hewlêrê karwaneke din ya hevkariyên xwe gehande Kurdistanê.

Karwana han pêk hatibû ji hijmareke zêde û girîng ji pêdiviyên tendirostî û 7 hezar û 100 sebeteyên xwardinê ku radestî dezgeha xêrxwaziya Barzanî hatin kirin û biryare dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî ev pêdiviyên han li ser kesên xwedan hewce dabeş bike.

Top