• Friday, 27 February 2026
logo

Mela Bextiyar: Ti hincetek ji bo cîbicînekirina madeya 140 tune ye

Gulan Media September 9, 2021 Nûçe
Mela Bextiyar: Ti hincetek ji bo cîbicînekirina madeya 140 tune ye

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand; ti hincetek ji bo cîbicînekirina madeya 140 a destûra Iraqê tune ye.

Mela Bextiyar li Xaneqînê ji Kurdistan24ê re ragihand; rewşeke nexwestî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye û tirsa wê yekê heye ku piştî hilbijartinan destûra Iraqê were hemwarkirin û bibe gef li ser madeya 140 a destûrê.

Bextiyar herwiha eşkere kir ku divê hêzên Kurdistanî bi hev re rûnin û hevkariyê bifikirin û nakokiyên xwe kûr nekin.

 

K24

Top