• Friday, 27 February 2026
logo

Amerîka ji bo veguhastina 100 welatiyên xwe li benda vebûna Firokexaneya Kabulê ye

Gulan Media September 9, 2021 Nûçe
Amerîka ji bo veguhastina 100 welatiyên xwe li benda vebûna Firokexaneya Kabulê ye

Li gorî Wezareta Derve ya Amerîkayê, hêj nêzîkî 100 welatiyên Amerîkî li Efxanistanê mane, ku nikarîbûn berî 31ê Tebaxê bêne veguhastin.

Herwiha bi sedan kesên Efxan jî, ku berê wan ligel hêzên biyanî kar kiriye, çaverêyî wê yekê ne, ku geştên Firokexaneya Navdewletî ya Kabulê vebin, da ku ew ji Efxanistanê derkevin ber bi Amerîkayê ve.

Aniha jî, Waşington daxwazê li Talibanê dike, ku soza xwe bibe serî û Firokexaneya Kabulê veke, da ku ew xelk bikaribin geştê bo derveyî Efxanistanê bikin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê, Antony Blinken ragihand: “Di demekê de ku karînên me sînordar bûn, bê hebûna karmend û hêzê li wê derê, bê firokexane û bi çend rêkarên ewlehî yên sade, em mjiûl in her karekî bikin da em bikaribin piştgiriya wan geştên ezmanî bikin û destpê bikin.”

Qeter, ku weke hevahengkar û navbeynkar e di navbera Amerîka û Talibanê de, xwedî rol bû bi razîbûna Talibanê erkê ku firokexane têkeve tevgerê li xwe girtiye.

Li gorî Wezîrê Derve yê Qeterê, tîmên wan dikarîbûn Firokexaneya Kabulê ji bo wergirtina geştan amade bikin, lê amadekarî ji bo destpêkirina geştên derve bi dawî nebûne.

Wezîrê derve yê Qeterê, Mihemed Ebdulrehman diyar kir: “Me berê ragihandiye ku hinek standard hene, divê bêne cîbicîkirin, bi taybetî ji aliyê ewlehî ve. Eger em bixwazin sernişînan bi wan geştan veguhêzin, pêwîstiya me bi rêkeftinê ligel Taliban heye. Ew jî hêj danûstandin li ser dibin.”

Roja Duşemê, Zebîhulla Mucahid, Cîgirê Wezîrê Zanyarî û Ferhengî yê Hikûmeta Karbirêveber a Talibanê ragihand, wan gavên girîng avêtine ji bo ku Firokexaneya Kabulê vekin û got, tîm mijûlî çakkirina radaran in, ku hêzên Amerîkî ew ji kar xistibûn.

Mercê Amerîkayê ji bo danpêdanê bi hikûmeta Talibanê, cîbicîkirina wan sozan e, ku wê tevgerê dabûn civaka navdewletî, ku yek ji wan sozan rêgirînekirin e li ber xelkê ji bo derketina ji Efxanistanê.

Antony Blinken, Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştî civîneke online ligel wezîrên derve yên 19 welatên hevpeyman, li Almanyayê tekezî li ser wê yekê kir, ku welatên wan hevnerîn bûn li ser wê yekê, ku divê Taliban bi hêjabûn û bikêrhatiya xwe rewatiyê bidest bîne.

 

Rudaw

Top