• Friday, 27 February 2026
logo

PDK bi 51 kandîdan beşdarî hevrikiya hilbijartinan dibe

Gulan Media September 8, 2021 Nûçe
PDK bi 51 kandîdan beşdarî hevrikiya hilbijartinan dibe

PDKê nav û nîşanên kandîdên xwe bo hilbijartinên giştî yên Iraqê ragihand.

Derdora mehekê bo hilbijartinên giştî yên Iraqê maye û partiyên siyasî berdewam li ser xebatên xwe û nasandina kandîdên xwe.

PDKê jî nav û hejmara kandîdên xwe bo parêzgehên Kurdistan û Iraqê eşkere kir.

Bi giştî PDKê li 11 parêzgehên Kurdistan û Iraqê kandîd destnîşan kiriye û hejmara wan jî 51 kes e.

Di nav kandîdên PDKê de ji hemû pêkhateyan heye.

Hilbijartinên giştî yên Iraqê roja 10 Cotmeha îsal e.

 

Basnews

Top