Li Wanê bûyera trafîkê: 15 koçberên Efxan birîndar bûn
Li bajarokê Artemêtanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîla ku koçberên Efxan hilgirtibûn wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, komyoneta ku Nadir Ozdemir şofêrtiya wê dikir li ser rêya Payîzava-Westanê nêzîkê gundê Gemê ji kontrolê derketiye û wergeriyaye.
Di bûyerê de şofêr û 15 koçberên Efxan ku bi rêyên qeçax derbasî navçeyê bûbûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar polîs, cendirme û tîmên tendirûstiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin. Hat ragihandin ku şofêrê bi navê Nadir Ozdemir ligel hemû hewldanên pizîşkî canê xwe ji dest daye.
Rudaw
