‘Amerîkayê tekezî li ser yekgirtina aliyên Kurdî kir’
Şandên Amerîka bo Rojavayê Kurdistanê û hevdîtinên ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û aliyên siyasî bûne cihê dilrehtiya xelkê navçeyê. Herdu aliyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) jî aşkere dikin ku aliyê Amerîkî tekezî li ser mayina hêzên xwe û berdewamiya hewlên yekgirtina aliyên Kurdî kiriye.
Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Neşat Zazaji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re xalên ku şanda Amerîkî ligel ENKS gotûbêj kirine aşkere kirin.
Endamê Polîtbûroya PDK-Sê Neşat Zaza dibêje: “Amerîkayên tekez kirine ku hêzên wan dê li Sûriyê bimînin. Herwiha Amerîka dixwaze Diyaloga Kurdî-Kurdî li ser bingeha xalên hatine diyarkirin berdewam be. Di paşeroja Sûriyê de rêveberiyeke çawa hebe û mafê hemû pêkhateyan dê çi be ew mijar hatin gotûbêjkirin.
Serokê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî Dr. Ferhad Têlo ku endamê PYNKê ye, ji Rûdawê re tekez kir ku şanda Amerîkî mayina hêzên xwe tekez kiriye û generalekî Amerîkî aşkere kiriye ku Wezîrê Derve yê Amerîka daxwaz li Ewropiyan kiriye ku piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin.
Serokê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî Dr. Ferhad Têlo got: “Mana hêzên Amerîkayê girêdayê bi çareserkirina siyasî ya di hundirê Sûriyê de ye û mana hêzên xwe tekez kirin. Weke din dan zanîn ku mijara êrişên vê dawiyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, di asteke bilind de ligel Tirkan nîqaş dikin. Dema ew generalê Amerîkî hat beşdarî kongreya HSDê bû, da zanîn ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji Ewropiyan kiriye ku di warê aborî, tendirustî û ewlehiyê de hevkariya Rêveberiya Xweser bike.”
Li gorî hin çavkaniyan, şanda Amerîkî daxwaz li HSD kiriye ku şervanên ne Sûrî ku alîkariya HSDê di şerê li dijî DAIŞê de kiribûn, ji nav xaka Sûriyê vegerin cihên xwe, daku behaneyên Tirkiyê nemînin, eger na, ew nikarin rêgiriyê li êrîşên Tirkiyê ku bi dronan tên kirin, bigirin.
Zêdetirî salekê ye, bi destpêşxeriya Amerîkayê, danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di navbera ENKS û PYNK de destpê kirine.
Di gera yekem de, herdu alî di 16ê Hezîranê de gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û hevtêgihiştinên seretayî û roja 17 Hezîrana 2020 li Hesekê, di daxuyaniyeke hevbeş de rêkeftina xwe ragihandin.
Herdu aliyan di gera yekem de li hev kirin, ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe bingeha sereke ya danûstandinên navbera wan ên derbarê desthilat, rêveberî, parastin û berevaniyê de.
Piştre di 2ê Tebaxa 2020an de qonaxa duyem a danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû û piştî çend mehan ENKS û PYNK li ser Lêvegereke Siyasî û mijarên îdarî û rêveberiyê lihev kiribûn, lê naverok û hûrgiliyên wê nahetibû aşkerekirin.
Danûstandinên herdu aliyan di qonaxa sêyem de hatine rawestandin û di wan demên dawî de, di navbera ENKS û partiyên ser bi Rêveberiya Xweser de alozî zêdetir bûne.
Rudaw
