• Friday, 27 February 2026
logo

Hevpeymaniya Navdewletî: Em bi hevbeşiya bi Herêma Kurdistanê re pabend in

Gulan Media September 6, 2021 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî: Em bi hevbeşiya bi Herêma Kurdistanê re pabend in

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand, Hevbeşên me li Herêma Kurdistanê roleke girîng di serkeftina şerê li dijî DAIŞê de dibînin.

Wayne Marotto li Twittera xwe nivîsî: “Di çarçoveya berdewam ên Herêma Kurdistanê yên ji bo jinavbirina terorê de, Beşa Dijeterora Kurdistanê şaneyek terorist a 7 kesî ku li Hewlêrê planên kiryarên terorist dikirin, desteser kir.”

Diyar kir jî: “Hevbeşên me li Herêma Kurdistanê roleke girîng di serkeftina şerê li dijî DAIŞê de dibînin û em bi bevbeşiya xwe bi wan re pabend in.”

Şeva borî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Dijeterora Kurdistanê grûpeke teroristên DAIŞê yên ji 7 kesan pêk dihat li Hewlêrê desteser kir û planên wê pûç kirin ku hewl didan kiryarên teroristî li Hewlêrê pêk bînin.

 

K24

Top