Melayekî 3 zarokên xwe yên keç kuştin
Li parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyê, melayekî sê zarokên xwe bi çekê kuştin.
Li gor medyaya Tirkiyê, li navçeya Ofê ya ser bi Trabzonê ve melayê bi navê Emre G. yê 36 salî bi çekê hersê keçên xwe yên 4, 7 û 11 salî bi çekê kuştin.
Bûyer li gundê Uluagaç a navçeyê saet derdora 16:00 qewimî. Emre G. yê melayê mizgefta gund bi xwe bi telefonê li Navenda Banga Lezgîn geriya û ragihand ku wî zarokên xwe kuştine.
Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên ku çûn malê tespît kirin ku keçên 4, 7 û 11 salî hatine kuştin. Emre G. ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewem e.
