• Friday, 27 February 2026
logo

Li Rihayê kesekî hevjîna xwe xeniqand

Gulan Media August 31, 2021 Civakî
Li Rihayê kesekî hevjîna xwe xeniqand

Li navçeya Eyubiye ya ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe xeniqand û piştre xwe radestî hêzên emnî kir.

Li gor agahiyan li taxa Selçuklu a ser bi navçeya Rihayê di navbera  welatiyê bi navê Ahmet T. û hevjîna  wî Hediye T. de ji ber sedemên nediyar alozî derket.

Li gor îdiayan piştî demekê di navbera herduyan de şer dest pê dike û Ahmet T. destên hevjîna xwe  girêdide û serê wê dixe sîtila avê û wê dixeniqîne.

Hate ragihandin ku kesê navborî piştî bûyerê hêzên emnî agahdar kir û xwe radestî wan kiriye.

 

Rudaw

Top