• Friday, 27 February 2026
logo

Hejmara kuştiyên teqîna Kabulê 170 kes derbas kir

Gulan Media August 28, 2021 Nûçe
Hejmara kuştiyên teqîna Kabulê 170 kes derbas kir

Teqîna roja Pêncşemê ya li ber deriyê Firokexaneya Kabulê bû sedema kuştina 13 leşkerên Amerîkî û 169 welatiyên Afganî û çekdarên Talîbanê û birîndarbûna zêdeyî 140 kesan.

Hejmara rast ya kuştiyan ne diyar e, ji ber ku laşê beşek ji wan ji ber bihêzbûna teqîne nemaye.

Pentagonê îro ragihand, ew teqîn ji aliyê kesek xwekuj ve hatiye encam dan, ne ew du teqînên ku berî niha qala wan dihat kirin.

Hank Taylor, Cîgirê Operasyonên Herêmî yên Hêzên Amerîkayê, dibêje, “Em bawer nakin teqînek din li nêzîkî Otela Baron rû dabe, belku tenê yek xwekuj bû. Em nizanin ew gotegotên xelet çawa hatine belav kirin, lê em dizanin ne tişteke ecêb e ku di aloziyeke wiha de hinek caran zanyariyên xelet bên veguhastin.”

Rêxistina bi navê “Dewleta Îslamî li Xorasan” ku bi DAIŞ a Xorasanê tê naskirin, berpirsyariya wê teqînê girt stûyê xwe. DAIŞ a Xorasanê, Talîbanê jî weke dijminê xwe dibîne. Tenê di teqîna Firokexaneya Kabulê de, herî kêm 28 ji kesên ku hatine kuştin, çekdarên Talîbanê bûn.

Mihemmed Siyaqulllla, Pispor di Warê Grûpên Tundrew de, dibêje, “DAIŞê çendîn caran ragihandiye ku Talîban hevpeymana Amerîkayê ye. DAIŞê herwiha berpirsyariya xwe di encamdana çendîn êrişên bo ser navçeyên li jêr destê Talîbanê de ragihandiye. Ev tê wê wateyê ku peywendiyên wan nebaş in. Eger çç herdu alî li gor Neteweyên Yekgirtî rêxistinên terorîst in. Ji aliyê îdeolojiyê ve bê guman cuda ne.”

Rupert Colville, Berdevkê Komîsyona NY bo Mafên Mirovan, dibêje, “Êrîşa terorî ya firokexaneya Kabulê karekî dirindane yê DAIŞ a Xorasanê bû. Êrîş wisa hatibû plankirin hejmareke zêde ya xelkê bikuje û perçe perçe bike, bi sivîl, zarok, bav, dayik û çekdarên Talîbanê û bi hêzên biyanî jî ku firokxaneya wan diparastin. “

Endamên Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî di daxuyaniyeke hevpar de daxwaz dikin ku ew ên destê wan di teqînê de heye, bên ceza kirin.

Hevdem Pentagon dibêje, DAIŞ nikare veguhastina xelkê bide sekinandin û di birina bo derve ya 5 hezar û 400 kesên ku li Afganîstanê mane berdewam dibin.

Di 24 demjimêrên derbasbûyî de jî , 12 hezar û 500 kes hatine veguhastin.

Top