• Friday, 27 February 2026
logo

Mistefa Kazimî: Du rê li berdem Îraqê de hene

Gulan Media August 24, 2021 Nûçe
Mistefa Kazimî: Du rê li berdem Îraqê de hene

dibêje yan guhertin û pêşkeftin anjî alozî û şerê navxweyî.
Li gel hin Serok eşîran civiyaye.

Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li navçeya Tarimiye ya li Bexdayê li gel hijmarek ji Serok eşîrên deverê civiyaye.

Di civînê de Mistefa Kazimî behsa vê yekê kiriye ku teror û terorîst ne Îraqîne û armanca wan têkdana rewşa Îraqê û kuştina welatiyên Îraqê ye.

Kazimî herwiha diyar kiriye ku niha Îraq ber bi hilbijartinan ve diçe û du rê li berdem Îraqê de heye, rêya yekem guhertin û pêşkeftin û awedan kirine û rêya dudiyan jî alozî û şerê navxweyiye.

Top