Serok Barzanî li gel Berbijêrê berê yê Serokwezîriya Îraqê civiya
behsa metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê kirin.
Behsa hilbijartinên Îraqê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya berbijêrê berê yê postê Serokwezîriya Îraqê Mihemed Tofêq Elawî kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê, hilbijartinên Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin.
Her di heman civînê de her du aliyan hevkarî û hemahengiya navbera aliyên siyasî yên Îraqê bo derbas kirina qirîzên heyî bi girîng wesif kirin.
