Erdogan: Merc bên dabînkirin, hêzên me dê li Kabulê bimînin
Serokomarê Tirkiyeyê da xuyakirin, eger mercên pêwîst bên dabînkirin, hêzên wan dikarin bo parastina firokxaneya Kabulê li Efxanistanê bimînin.
Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan bi Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re pêwendiyên telefonê encam dan.
Erdogan got, li Tirkiyeyê niha pênc milyon koçber û penaber hene û Tirkiye nikare zêdetir barê koçberan hilgire.
Erdogan da xuyakirin, ew niha hewl didin welatiyên xwe ji Efxanistanê derxin û da zanîn, eger mercên pêwîst bên dabînkirin, hêzên wan dikarin berpirsiyariya parastina firokxaneya Kabulê bigrin ser xwe.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Bergiriya Tirkiyeyê ji medyaya Tirkiyê axivî û got, niha ew ligel hêzên NATO û hin hêzên ên herêmî, firokxaneya Kabulê diparêzin û bo firînan vekirî dihêlin.
Akar got, heta gelê Efxanistanê bixwaze, ew ê li wir bimînin, lê dema leşkerên wan rastî gef û metirsî werin, ew dikarin di heyama 24 demjimêran de jê vekişin.
K24
