• Friday, 27 February 2026
logo

Amerîkayê derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

Gulan Media August 23, 2021 Nûçe
Amerîkayê derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

Wezareta Derve ya Amerîkayê dilgiraniya xwe li hember zêdebûna çalakiyên serbazî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser nîşan da û daxwaza “aramkirina rewşê” kir.

Berdevkekê li ser navê Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirseke Rûdawê de ya taybet bi êrişa îro ya firokeyeke Tirkiyê bo ser otomobîleke Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê pir dilgiran e derbarê raportên taybet bi zêdebûna çalakiyên serbazî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê.”

Di beşeke din a bersivê de tê gotin, “Em piştgiriya mana hêlên agirbesta niha dikin û hemû aliyan jî teşwîq dikin ku rewşê aram bikin.”

Îro Yekşemê 22ê Tebaxê, droneke Tirkiyê otomobîleke Rêveberiya Xweser  li gundê Hîmo yê li rojavayê bajarê Qamişlo kire armanc ku di encamê de 3 kes birîndar bûn. Tê gotin birîna yek ji wan kesan giran e.

Berzan Ferman, peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand , ku firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê otomobîlek li rojavayê Qamişlo bombebaran kir ku ew otomobîl li pêş "Mala Birîndaran" a Rêveberiya Xweser li gundê Hîmo hatiye armancgirtin.

Bi gotina Berzan Ferman, otomobîla hatiye armanckirin, ji cure Toyota  Land Cruiser e û karmendên Rêveberiya Xweser têde bûne.

Di heyama 4 rojan de li Rojavayê Kurdistanê sê otomobîl ji aliyê Tirkiyê ve hatine armancgirtin,

Roja 19 vê mehê li Qamişlo otomobîlek û duh jî li Kobanî otomobîleke din bi dronên Tirkiyê hatibûn armancgirtin

 

Rudaw

Top