Li Dîlokê jineke hosteya berhemên Sedefê
Li bazara kevin a bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, di nava temamê hosteyên zilam de, jinek heye ku bi sebireke zêde, weke hunermendekê berhemên xwe yên sedef dineqişîne.
Li wê bazarê ew weke jin take hosteya hunera Sedefê ye. Berhemên wê diçin gelek welatan.
Jineke bi sebir kêlî bi kêlî wek hunermendekê berhemên xwe dineqişîne.
Li bazara Dîloka Bakurê Kurdistanê tenê yek hosteya hunera Sedefê ya jin heye ku ew jî berhemên xwe difroşe gelek deverên cîhanê.
Nurgul Turkmen a 44 salî berî niha bi 10 salan, li ser pêşniyara hevjînê xwe dest bi hunera Sedefê kiriye û niha êdî bi ezmûna xwe li bazarê wek hoste tê naskirin.
Hosteya Sedefê Nurgul Turkmen dibêje "Dema nû min dest bi kar kir kesên derdora min digotin tu nikarî, lê min dest jê berneda û piştî kurseke karê dest zêdetir hewl da û biserketim."
Berhemên ku çêdike wek sindoqa çeyîz, neynik, xwelîdank, kursî, sênî û gelek tiştên din bo bazara Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî tên hinardekirin.
Nurgul Turkmen got "Ez berhemên taybet jî çêdikim li gor xwestekan. Berhemên xwe bi piranî difroşim Hewlêr, Urdin û çend welatên Ereban jî. Gelek daxwaz hene."
Hunera Sedefê gelek hûneran li xwe digre ku kesên vî karî dikin bi sebir û hezkirineke zêde berhemên xwe diafirînin û her hosteyek şewazê xwe bi berhema xwe pêşan dide.
Rudaw
