• Friday, 27 February 2026
logo

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya hunermend Selam Koyî

Gulan Media August 18, 2021 Nûçe
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya hunermend Selam Koyî

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji ber koça dawî ya hunermend û şanoger Selam Koyî arasteyî malbat û kesûkarên wî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hunermend û şanogerê mîllî Selam Koyî gihîşt me. Selam Koyî hunermendeke xweşdivî û niştimanperwerê Hewlêr û Kurdistanê bû û bi dilsoziyê ve ji bo pêşveçûna huner û şanogeriya li Kurdistanê kar kiriye û çendîn salên dûr û dirêj xizmetê kiriye û cihê destên wî di dîrokê de diyar e.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Selam Koyî û hemû dost û nasên wî û hunermendên bajarê Hewlêr û Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Selam Koyî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

17.08.2021

Top