Ebdulhekîm Beşar: Serok Barzanî xwedî rolekî mezine di hewldanên çareseriya rewşa Sûriyê de
Rêveberê kurdên Rojavayê Kurdistanê Dr. Ebdulhekîm Beşar, ku heman demê de Serokê Îtîlafa Niştimaniya Sûriyê ye, di hevpeyvîneke li gel BasNewsê re behsa rewşa Sûriyê û pêngavên destûra Sûriyê kir û balkêşa ser rola serok Barzanî ya mezin a di çareser kirina pirsgirêkên Sûriyê de û got: Ji ber peyvendiyên li gel civaka navnetewî, rola serok Barzanî di dosya Sûriyê de gelek giringe û ji ber wê jî opozîsyona Sûriyê rêz li nêrînên wî digrin.’’
Ebdulhekîm Beşar derbarê nivîsandina destûra Sûriyê de got, heta naha yek peyv jî li ser destûra Sûriyê nehatiye nivîsandin, rejîma Sûriyê tenê dixwaze demê bikuje. Em du kes ji ENKSê di lijneya nivîsandina destûrê de ne, protokolek di navbera me û Îtîlafa Niştimanî û Hêzên Şoreşger de hatiye îmza kirin û pêwîste Îtîlaf pêbend be bi piştevaniya li mafên kurdan. Herwaha protokolekî din a hatî îmza kirin jî heye di desteya danûstandin de û girêdayî bi garantiya mafên kurdan ji aliyê netewî, ziman, rewşenbîrî, siyasî û destûrî de û hilweşandina hemû ew siyaset û kiryarên şovenî yên li hember kurd hatine bicîhanîn li xwe digre.
Derbarê nakokiyên di navbera ENKS û PYDê de jî got: PYD baskê PKKê yê Sûriyê ye. eger mirov li dîroka wê partiyê binêre li ser çend xalan hatiye ava kirin, ew jî bo lêdana tevgera niştimanperwerî demokrat a kurdî li her cîhekî ye û bicîhanîna hemû cureyên tundiyê li dijî wan fikr û ramanên siyasî yên cuda heye, rêveber û endaman direvîne û îşkence dike. Bazirganî bi xwîna kurdan dike û ciwanên kurd dike qurbana siyaseta xwe, li gel wan xwîna kurdan tişta herî bê nirxe. Heta naha jî me nedîtiye ew partiye li dîroka xwe de ti hevpeymanî, yan jî rêkeftinek li gel ti aliyekî kurdî û Kurdistanî bike. Berevajî wê li gel dijminên kurd rêk dikevin û dijatiya aliyên Kurdistanî dike.
Dr. Ebdulhekîm Beşar derbarê diyaloga kurdî – kurdî de jî ragehand: Ew diyalog di meha cotmeha sala borî de rawesta. Em rexneyan li helwêstê Amerîkayê dikin, wan çavdêriya danûstandinan dikir, binpêkirinên PYDê geheşt asta tewanên dijî mirovahiyê. Wek kuştina Emîn elî di bin îşkencê de, herwaha girtina gelek hevalên me bi tometên cuda. Ew tometane heman tometên rejîma Sûriyê anîn bîra me. Herwaha ofîs û binkeyên ENKSê dişewtînin û mamosta û xwandevan û rojnamevanan digrin. Divê Amerîka sînorekî bo wan kiryarên terorîstî dayne.
Dr. Ebdulhekîm Beşar got: Serok Mesûd Barzanî rêberekî bi hîkmet û jîr hatiye nasîn. Ew Pêşmerge û heman demê de merciya kurdan tê zanîn li cîhanê. Ji ber wê hemû welat derbarê dosya Sûriyê de li gel Serok Barzanî dicivin û derbarê rewşa Sûriyê de bi taybet jî derbarê kurdan de guh didin nêrîn û ezmûnên xebata wî.
Bi giştî jî ji ber peyvendiyên wî li gel civaka navnetewî, rola Serok Barzanî di dosya Sûriyê de gelek bi bandore û opozîsyona Sûriyê jî rêz li nêrînên wî digre.
