• Friday, 27 February 2026
logo

Li Agiriyê pevçûn: 3 kuştî, 8 birîndar

Gulan Media August 16, 2021 Civakî
Li Agiriyê pevçûn: 3 kuştî, 8 birîndar

Li navçeya Dûtaxê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di encama pevçûna du malbatên mirovên hev de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn.

Li gundê Xanik ê ser bi navçeya Dûtaxê du malbatên mirovêm hev bi sedama keç xwestine bi kevir, dar û çekan şerê hev kirin.

Di encama şerê her du malbatan de Ferhad, Xalid û Îkram Uzun jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hêzên ewlehiyê ji bo ku careke din şer neqewime li gund û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê stendin.

Top