PKKê li Qamişlo keçeke zarok revand
Çekdarên PKKê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê keçeke zarok revandin.
Keça temen 15 salî nêzîk 10 roje ji aliyê çekdarên rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê ve hatiye revandin.
Çavkaniyekî agahdar li taxa Tey a Qamişlo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Deh roje merivên wê keçê li saziyên ewlehiyê li dû keça xwe ne û roja 07.08.2021ê zanîn ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.’’
Ew keç bi eslê xwe ereb e û çekdarên Ciwanên Şoreşger red kirine ku wê radestî malbata wê bikin.
Çekdarên îdareya xwaser ên Rojavayê Kurdistanê ku ferman ji PKKê werdigrin di dawiya meha 2 ya îsal de dest li ser taxa Tey de girtin.
Rêxistina Ciwanên Şoreşger berdewam zarokan bi rêyên cuda cuda ve dixapîne û piştî direvîne wan dişîne Qendîl û Şingalê û di şerên PKKê de tên kuştin.
Roja 06.08.2021ê çalakvanên Rojavayê Kurdistanê ragehandin: ‘’PKKê navendek ji bo revandin û çekdar kirina zarokan li navçeya Dêrîk û Qamişlo vekiriye.’’
Basnews
