65 kîlo TNT ya pkkê hate jinav birin
bo teqandinê hatibû amadekirin.
Li ser rêya serekî danîbû û amadeya teqandinê kiribû.
Îro çavkaniyek ji hêzên zirêvanî yên li parêzgeha Dihukê ji Kurdistantv re ragihand ku gerîlayên pkkê li ser rêya serekî ya navbera her Amêdiyê û Dêrelûkê de di navbera rêya her du gundên Kiwanê û Sergelê, 65 kîlo TNT danîbû ku bo teqandinê hatibû amadekirin.
Lê hêzên zirêvanî bi vê yekê hesiyane û ev teqemeniya han ji nav birine.
