• Friday, 27 February 2026
logo

Li Eyn Îsayê 4 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan

Gulan Media August 5, 2021 Nûçe
Li Eyn Îsayê 4 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan

dayik û keça vê jî bi dijwarî birîndar bûne.
Topa artêşa Tirkiyeyê ber mala wan ketiye.

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiyeyê û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve berdewamin li ser topbaran kirina deverên curbicur yên Rojavayê Kurdistanê.

Di heman çarçoveyê de duhê bi şev topxaneyên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê derdorê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirine.

Di encama topbaranê de topek ber mala welatiyekî li gundê Sefaviye ketiye û 4 endamên malbetê demûdest canê xwe ji dest dane.

Herwiha jin û keçek biçûk jî di encama topbarana han de bi diwjarî birîndar bûne û bo derman kirinê bo nexweşxaneyeke Reqayê hatine veguhastin.

Top