• Friday, 27 February 2026
logo

Îsfehan- Îranê girtiyekî kurd îdam kir

Gulan Media August 5, 2021 Nûçe
Îsfehan- Îranê girtiyekî kurd îdam kir

Hemwelatiyekî kurd ê ji parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ye û di zindana Îsfehanê de bûye hatiye îdamkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê di raportekê de aşkere kiriye roja duşemê 02.08.2021ê cezaya îdamkirina hemwelatiyekî kurd ku ji parêzgeha Kirmaşanê ye û navê wî Erselan Kerîmî ye li gîrtîgeha Îsfehanê hatiye cîbicîkirin.

Herwiha ligor raporta Hengawê Erselan Kerîmî, 33 saliye û bavê 2 zarokan e û di sala 2017an de bi tohmeta hilgirtina bi mîqdarê 96 kîlogram maddeyên hişbir li îsfehanê hatiye girtin û û li wê parêzgehê hatiye zindanîkirin û biryara îdamkirinê ji bo wê hatiye derxistin.

Herwiha ligor zanyariyên Hengawê di heyama 3 hefteyên dawî de herî kêm 3 hemwelatiyên kurd bi navên Erselan Kerîmî, Cewad Kerîmyan û Mihemed Nesranî, bi tohmetên maddeyên hişbir li girtîgehên Îsfehanê hatine îdarmkirin.

 

 

Basnews

Top