Wezîrê Navxwe: Cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê take rêye ji bo asayî kirina rewşa Şingalê
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê radigihîne, cibicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan li ser cih û warê xwe.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferanseke rojnamevanî de li Duhokê ragihand, cibicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, ew çekdarên niha li Şingalê ne bi awayekî ne yasayî li wir in û divê jê derkevin, ji ber ku take astengî li pêş cibicîkirina rêkeftinê ye.”
Rêber Ehmed got: “Hêvîdar in di demeke nêzîk de rêkeftina Şingalê were cibicîkirin û ew koçberan bi serbilindî vegerin ser cih û warê xwe.”
Herwaha got: “Xala girîng ew e, Şingal bê avedankirin, li gor rêkeftinê, pêwîst e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê tîmeke hevbeş pêk bînin û bi hevkariyên welatan, tevahiya xizmetan ji xelkê Şingalê re bêne dabînkirin û xelk vegere. Berî her tiştî jî divê ewlehî û aramî vegere Şingalê.”
Wezîrê Navxwe tekez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo avedankirina Şingalê, pêwîst e Iraq jî amadehiya xwe ji bo pêkanîna tîmeke hevbeş bi Hikûmeta Herêmê re nîşan bide.”
