• Friday, 27 February 2026
logo

Wezareta Tendirustiyê: Jimareya berketiyên Koronayê yên jinên ducanî di zêdebûnê deye

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
Wezareta Tendirustiyê: Jimareya berketiyên Koronayê yên jinên ducanî di zêdebûnê deye

 Berpirsên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kirine jimareya berketiyên Koronayê yên jinên ducarî ber bi zêdebûnê deye.

Rêveberê Karûbarê Wezareta Tendrustiyê Kawe Xelî di dema wergirtina alîkariyên tendirustiyê ji rêxistina UNFPAyê amaje bi wê yekê dike ku rêxistina Neteweyên Yekgirtî kar dike ji dabînkirina derman bo jinên ducanî û ku bi Koronayê ketine.

Herwiha Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî jî amaje bi wê yekê kiriye ku roj bi roj jimareya jinên ducanî yê bi nexweşiya vîrusa Koronayê dikevin zêde dibin.

Dr. Aso Hewêzî amaje bi wê yekê jî dike ew cûreya nû ya Koronayê metirsîdartir û zûtir belav dibe û bi mirina her jineke ducanî 2 can koça dawî dkin.

Di berdewamiyê jî de Dr. Aso Hewêzî dibêje niha rewşa Herêma Kurdistanê di metirsiyê daye û ji wan pişkinên tene kirin ji %25 kes bi Koronayê ne.

 

Basnews

Top