• Friday, 27 February 2026
logo

Li girtîgeha Urmiyê 3 girtiyên kurd hatin darve kirin

Gulan Media August 2, 2021 Nûçe
Li girtîgeha Urmiyê 3 girtiyên kurd hatin darve kirin

Îro 02.08.2021ê cezayê darve kirina 3 girtiyên kurd ên ku duh veguhestibûn odeyên takekesî ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hat bicîhanîn.

Li gor raporta Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw îro cezayê 3 girtiyên kurd ên bi navên Hemze Rezayî yê xelkê Selmasê, Sipêhr ebasnijad û Îskender Zari yên xelkê Urmiyê li girtîgeha navendî ya Urmiyê ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê wan hat bicîhanîn.

Ew hersê hemwelatiyên kurd berî naha bi tometa bazirganiya bi madeyên hişber hatibûn girtin û ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn.

Li gor amarên tomarkirî yên navenda amar a Hengaw, di 4 mehên borî de herî kêm 20 hemwelatiyên kurd li girtîgehên Îranê hatine bi darve kirin.

 

Basnews

Top