• Friday, 27 February 2026
logo

Mehma Xelîl: PKKê destpê kiriye çekdarên xwe li Şingalê bo Qendîlê bihev diguhere

Mehma Xelîl: PKKê destpê kiriye çekdarên xwe li Şingalê bo Qendîlê bihev diguhere

PKK li hemû wan cîhên ku dest li ser daniye, metirsiyyê bo ser ax û xelkê Herêma Kurdistanê çêdike. Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî dibêje PKKê dest bi lîstokekî metirsîdar kiriye û çekdarên xwe ji Şingalê bo Qendîlê û ji Qendîlê jî bo Şingalê vediguhêze. Ev yek jî bi armanca pêkanîna armancên derve ye.

Mehma Xelîl ji BasNewsê re got: ‘’PKKê dest bi bihev guhertina çekdarên xwe yên li Şingalê bo Qendîlê û ji Qendîlê jî bo Şingalê kiriye.’’

Herwaha got: ‘’Şingal kirine cîhê lîstokên îstixbarata welatên cîran û mixabin rewşa navçeyê xirabe. Beşek ji wan çekdarên PKKê zarokin li binkeyan de bikartînin. Beşeke din jî ji aliyê fermandarên Qendîlê ve tên perwerde kirin, vê jî wisa kiriye ku hizra derveyî li navçeyê bicîh bînin.’’

Derbarê rêkeftina navbera Bexda û Hewlêrê de ya asayî kirina rewşa Şingalê de jî Mehma Xelîl got: ‘’Fişareke navnetewî û navxweyî li ser Bexdayê hatiye ava kirin, ku demekî kurt de rêkeftina Şingalê bicîh bîne.’’

 

Basnews

Top