• Friday, 27 February 2026
logo

Kerkûk.. Malbata werzişvanekî Kurd rastî êrîşeke çekdarî hat

Kerkûk.. Malbata werzişvanekî Kurd rastî êrîşeke çekdarî hat

Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser malbata werzişvanê Kurd Mihemed Şemsedîn kirin û di encamê de jin û zarokeke wî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan jî, çekdarên DAIŞê li navçeya El-Feyleq a Kerkûkê teqe li malbata werzişvanê Kurd ê rakirina giraniyan Mihemed Şemsedîn kirin û di encamê de jin û zarokeke wî birîndar bûn.

Mihemed Şemsedîn ji medyaya Iraqê re ragihand, piştî êrîşê jin û zaroka wî bo nexweşxaneyê hatin rakirin, bêyî ku zanyariyan li ser rewşa wan bide.

Mihemed Şemsedîn werzişvanekî Kurd ê rakirina giraniyan e û ji sala 2005an ve 28 xelatên li ser asta Iraqê wergirtine. Hevjîna wî Mîdya Teyib jî werzişvaneke Kurd ê rakirina giraniyan e.

 

K24

Top