• Friday, 27 February 2026
logo

Li Nîjeryayê ji ber lehiyê 15 kes mirin

Li Nîjeryayê ji ber lehiyê 15 kes mirin

Li eyaleta Kanoyê ya Nîjeryayê ji ber baran zêde lehî rabû û bû sedema ku 15 kes camî xwe ji dest bidin.

Li gorî nûçeyên medyaya Nîjeryayê, Şefê Gundê Doguwayê Alhaji Yusif Umar di daxuyaniya xwe de diyar kir, li gundê Doguwayê yê eyaleta Kanoyê ji ber barana zêde ku ji 23ê Tîrmehê vir berdewam e, lehî rabû.

Şefê Gundê Doguwayê Alhaji Yusif Umar diyar kir ku di lehiyê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û her wiha gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî wenda ne.

Di heman demê de Umar da zanîn, li herêmê xebatên lêberîn û rizgarkirinê dan destpêkirin û ji ber lehiyê ziyan gihîşt gelek avahiyan.

Top