Li Sine kesekî hevjîna xwe û xwîşka wê kuştin
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kesekî ji ber nakokiyên malbatî, hevjîna xwe û xwîşka wê kuşt.
Li gorî zanyariyan, ew herdu jinên ku hatine kuştin, beriya wê bûyerê çûne parkeke taxa Hacîawa ya Sine û piştre jî hevjînê yekê ji wan jinan hatiye wê parkê û ji nava otomobîla xwe çeka xwe derxistiye gule li herdû jinan barandiye ku yek ji wan hevjîna wî bûye û ya din jî xwîşka hevjîna wî bûye.
Li gorî heman zanyariyan, ew jin û zilam xwediyê 3 zarokan bûne û ev demeke dirêj e ku di navbera wan de nakokî hebû ne û ev demek jî bûye ku ew jin ji hevjînê xwe aciz bûye û çûye mala bavê xwe.
Kesê bikuj piştî wê bûyerê reviya ye û polîsê bajarê Sine jî ketiye pêy wî da ku bigrin.
